Şandeyê Amerîkî: Em hewl didin alozî li ser Eyn Îsayê nemîne

Şandeyê Amerîkî ji bo Sûriyê radigihîne: “Bawer im dê rewş aram bibe.”

Şandeyê Amerîkî ji bo Sûriyê Joel Rayburn
Şandeyê Amerîkî ji bo Sûriyê Joel Rayburn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyê Amerîkî ji bo Sûriyê ragihand, rewşa aloz ya li Eyn Îsayê tenê di berjewendiya DAIŞ, rejîma Sûriyê û milîsên Îranî û Îraqî de ye û got: “Bawer im dê rewş aram bibe.”

Şandeyê Amerîkî ji bo Sûriyê Joel Rayburn di daxuyaniyekê de ji bo ajanseke opozîsyona Sûriyê li ser rewşa Eyn Îsayê ragihand, rewşa leşkerî ya aloz li bakura rojhilata Sûrîyê ne di berjewendiya ti kesî de ye, tenê di berjewendiya DAIŞ, rejîma Sûriyê û milîsên Îranî û Îraqî de ye.

Herwiha Rayburn daxwaz ji hemû aliyan kir ku xwe bigirin û got, gurkirina rewşê û rûbirûbûna leşkerî dê tenê ziyanê bigihîne gelê Sûriyê û dê wan ji erkê sereke ku şerê DAIŞê û peydakirina aramiyê li deverê ye, dûr bixe.

Destnîşan kir jî, Amerîka bi hemû karînên xwe yên dîplomasî hewl dide ku aloziyê nehêle.

Diyar kir jî, Waşington dê di serokatiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê de berdewam be û dê di karê xwe yê li dijî wê rêxistina terorê de berdewam be. Ev siyaseta wan, nayê guhertin.

Tekez jî kir, sizayên Amerîka û yên Yekîtiya Ewrûpayê yên li ser rejîma Esed dê berdewam bin. Bi gotina wî ev ne tenê siyaseta Amerîka ye, lê belê welatên Ewrûpî jî piştevaniya vê helwestê dikin, da ku fişarê bixin ser Esed, heta ku dest ji kuştina miletê xwe berde.

Zêdetir ji mehekê ye Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine û dixwazin wê dagîr bikin. HSD jî dibêje, ew ji bersiva wan êrîşan didin û nahêle Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.