Li Celewla DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kir
Çekdarên DAIŞê li sînorê nahiyeya Celewla ya ser bi Xaneqînê êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Çekdarên DAIŞê li sînorê nahiyeya Celewla ya ser bi Xaneqînê êrîşî hêzên artêşa Iraqê kirin û di encamê de du serbazên Iraqî hatine kuştin û du serbaz jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, di encama êrîşa DAIŞê de 2 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne, behsa wê yekê jî tê kirin ku termê serbazekî li cihê êrîşê maye ji ber ku dema êrîş hatiye kirin hêzên Iraqî ew dever bi cih hiştine.
Di nava 5 rojên borî de, ev sêyem êrîşa çekdarên DAIŞê ye li deverên Kurdistanî yên li parêzgeha Diyala têne encamdan, bi taybetî li sînorê nahiya Celewla ya ser bi navçeya Xaneqînê.
Ji ber êrîşên çekdarên DAIŞê yên di van 5 rojên borî de 15 kes bûne qurbanî, ku ji wan 3 serbaz hatine kuştin û 11 serbaz jî birîndar bûne, welatiyek hatiye kuştin û welatiyek jî birîndar bûye.