HSDê 5 çekdarên DAIŞê li Heseke û Dêrazorê desteser kirin
HSDê du operasyon li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazor û Şedadê pêk anîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Heseke û Dêrazorê 5 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, hêzên wan roja 2 û 4ê ê mehê du operasyon li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazor û li Şedadê ya başûrê Hesekê pêk anîn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir jî, di her du operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Duhî jî, şervanên HSDê 18 kes li Reqayê destser kiribûn, bi tometa ku wan êrîş li dijî HSDê kirine.