Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir
Serok Mesûd Barzanî roja pêncşemê 7ê Çileya 2021ê li Selahedîn pêşwaziya Serokê Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê Dr. Seîd Hemîd Kimbiş û şanda li gel wî kir.
Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî roja pêncşemê 7ê Çileya 2021ê li Selahedîn pêşwaziya Serokê Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê Dr. Seîd Hemîd Kimbiş û şanda li gel wî kir.
Di hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnî spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku di rojên teng de dergehên xwe ji bo sed hezaran koçberên Iraqê vekirin û herwiha pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketin û xizmetguzariyan hebû ku ji bilî hebûna gefeke zêde ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî wergirtina koçber û lêqewimiyan bi erkekî niştimanî û mirovî wesif kir û tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem dûrî her cûre nêrînên regezperestî bûye û kar ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhatan de kiriye.