Li Diyarbekirê leşkerekî Tirkiyê hate kuştin
Hat ragihandin ku di pevçûna li navçeya Licê ya Diyarbekirê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û du jî birîndar bûn.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, li navçeya Lîcê yê ser bi parêzgeha Diyarbekirê şerek di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK'ê de derket.
Wezareta navxwe diyar kir jî, di encama wî şerê de, leşkerek hatiye kuştin û du leşker jî birîndar bûne.
Destnîşan kir jî, operasyonênwan li wê herêmê dewam dikin.