Wezareta Tendirustiyê hişyariyê dide welatiyan
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê dibêje: Di cibicîkirina rêkarên xweparastinê de, sardbûnek li cem welatiyan çêbûye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxwazê ji welatiyan dike, bi rêkarên xweparêziyê yên vîrûsa Koronayê pabend bin û hişyariyê dide ku vîrûsa nû bi awayekî bileztir bilav dibe.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Aso Hewêzî ji K24ê re ragihand, belgeyên zanistî piştrast dikin ku ev vîrûsa niha belav bûye, ne vîrûseke nû ye û her ew Korona ye, lê hin guhartin di ser de hatine û bi awayekî bileztir belav dibe û kesên ji hemû temenan wê vedigirin.”
Got jî: “Di cibicîkirina rêkarên xweparastinê de, sardbûnek li cem welatiyan çêbûye. Li welatên ku ew vîrûs belav bûye, rêkar hatine tundkirin û haletên mirinê jî gelek e. Em venaşêrin, çûnûhatina welatiyan ligel piraniya wan welatan hebû, çi li ser asta bazirganî yan pêwendiyên civakî.”
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ragihand jî, “Wek çawa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina rêkarên xweparêziyê destpêşxer bû, niha bi heman awayî jî destpêşxer dibe ji bo welatiyên xwe ji wê vîrûsê biparêze. Rêkaran wek xwe tên cibicîkirin û li deriyên sînorî jî çavdêriyê tund heye.”