Li Herêma Kurdistanê mizgîniya barîna baranê tê dayîn

Piştî 3 hefteyên hişkbûnê, baran li Herêma Kurdistanê dibare

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî nêzîkî 21 rojan bê baran, gelê Herêma Kurdistanê ditirsin ku îsal bi hişkî derbas bibe. Lê belê Rêvebirê Keşnasî û Erdhejê mizgîniyê dide ku di çend rojên bê de baran dê bibare.

Rêvebirê Keşnasî û Erdhejê Fazil Îbrahîm ji K24ê re got: “Pişrî 3 hefteyan ji nebarîna barînê li Herêma Kurdistanê, tê pêşbînîkirin ku ji roja Pêncşema bê ve, baran dê bibare.”

Fazil Îbrahîm got jî, tê pêşbînîkirin ku ji roja Îna bê ve berf li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê despê bike û pileyên germê yên di çend rojên borî de bilind bûbûn, careke din dakevin.

Herwiha destnîşan kir, di rojên bê de pileyên germê bilind dibin, lê di pişt re dest bi daketinê dikin û ji roja Pênçşemê ve jî baran dibare û tirsa xelkê ya ji derengketina baranê namîne.

Rêvebirê Keşnasî û Erdhejê aşkere dike, tê pêşbînîkirin hata dawiyê vê mehê, 3 pêlên baranê li navçeyên Kurdistanê bibarin.