Hikûmeta Herêmê hejmara bankî ji mûçexwaran re vedike

Di çarçoveya Yasaya Çaksaziyê de her mûçexwarek dibe xwedî hejmareke bankî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yek ji biryaran, dirustkirina hejmara bankî ji karmendan re ye û ew biryar jî ketiye warê cibicîkirinê.

Di wê derbarê de, Serokê Fermangeha Teknoljî û Zanyariyan a Hikûmeta Kurdistanê Hîwa Efendî ji K24ê re ragihand, li gor madeya 13 a Yasaya Çaksaziyê, hikûmet hemû mûçexwaran pabend dike ku hejmara bankî vekin.

Diyar kir jî, hejmara bankî ji bo zêdetir ji 1 milyon û 200 hezar mûçexwarên hikûmetê re tên dirustkirin. Ev biryar ne tenê karmandan, belkû hemû mûçexwaran li xwe digire. Destpêkê ji karmendan re tê kirin, piştre jî mûçexwarên din. Ev prose heta 4 mehan dirêj dike.

Hîwa Efendî ragihand jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nasnameyeke dîjîtalî ji karmendan re dirust dike, ew dibe binemaya hejmara bankî û gelek xizmetkariyên din. Ev jî ji bo xelk û hikûmetê dibe hêsaniyek.