Netewên Yekgirtî daxwaza cibicîkirina rêkeftina Şingalê dike

Netewên Yekgirtî daxwaz dike, bilez rêkeftina Şingalê bi hemû bendên wê ve bê cibicîkirin.

Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert
Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî daxwaz dike, bilez rêkeftina Şingalê bi hemû bendên wê ve bê cibicîkirin.

Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert duhî bi serdanekê gihîştibû Şingalê û cibicîkirina rêkeftina vê dawiyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê şopand.

Hennis-Plasschaert ragihand, divê bilez hemû rêkarên ewlehiyê û beşên din ên rêkeftinê bêne cibicîkirin, ji bo karên girîng bêne kirin, navçe were avedankirin û koçber bikaribin vegerin ser cih û warên xwe.

Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê pesnê rêkeftina Şingalê da û got: “Hikûmraniyeke aktîv, îdareyeke yekgirtî û peydabûna ewlehiyê, bingehên sereke ne ji bo her pêşveçûnekê. Tiştê ku heta niha hatiye bidestxistin, dikare bibe rêyek ji bo baştirkirina rewşa jiyanî, ji ber vê yekê pêwîst e hemû alî bi hev re bixebitin û bi hev re hevkariyê bikin.”

Herwiha şanda NY serdana bajarê kevin ê Şengalê kir ku di dema şerê 2014-2017an de bi DAIŞ'ê re hatibû wêrankirin û her wiha serdana gundê Til Benat ê Şengalê kir ku nêzî 600 malbatên Şengalî yên koçber, vegeriyan e ser mal û milkên xwe.

Xelkê Şengalê daxwazên anîn ziman û daxwaza alîkariyên zêdetir ji xelkê navçeyê kirin, bi taybet ên ku di demên dawî de ji kampên vegeriyane.