Çima li Sûriye û Iraqê DAIŞ çalak dibe!? Pispor sedeman dinirxînin!

Pispor dibêjin, "Li Suriye hêza Amerîka û Rûsya kêm e lewma DAIŞ bi hêz dibe."

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Di demên dawî de li Sûriye û Iraqê rêxistina terorî DAIŞ êrîşên xwe yên li ser hêzên asayîşa wan deveran zêde dike. Herî dawî di çend rojên bûrî çekdarên DAIŞê êrîşin mezin birina ser hêzên rêjîma Sûriyê li beyabana Sûriyê û nêzîkî 40 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve hatine kuştin. Herwiha Wezareta Berevaniya Fransayê jî hişyariya dubare vegera vê rêxistina terorî dike û radigihîne ku DAIŞ li Iraqê jî xwe birêkxistin dike û metrisiya vegera wê jî heye.

Li gorî Pisporê Pêwendiyên navdewletî yê Tirkiyê Kadîr Ertaç Çelîk sedemên çalakbûna daîşê li Iraq û Sûriyê zêde ne û rojên bê dê ev rêxistin li deverên cuda derleve meydanê.

Ertaç dibêje, "Rêxistinên terorî cihên ku pergala dewletê rêkûpêk nebe û otorîteya dewletê lawaz be ji xwe re cih peyda dikin. Mixabin rêveberiya Iraqê lawaz e, li Kerkûkê nikara ewlehiyê pêk bîne. Li Sûriyê jî ev bi salane çaraseriyeke siyasî nîne. Herwiha Rêxistina terorî DAÎŞ çekdarên bi pere û yên ku li Ewropayê tên careke din li çirava Rojhilata Navîn de bicih dike. Taybetî jî li Iraq, Sûriye û rojên bê de jî li Lûbnan û kafkasyayê eger heye Daîş çalakiyên xwe zêdetir bike."

Bi boçûna Prof. Dr. Hasan Oktay jî ji ber niha Rûsyayê bala xwe deverên cuda û li Amerîkayê kêşeya rêveberiyê heye DAÎŞ jî ev yek ji bo bihêzbûna xwe weke fersendekê dibîne û heta dawiya vê mehê jî dê bandor DAÎŞê zêdetri bibe.

Oktay dibêje, "Taybetî jî hilbijartina Amerîkayê ku bala hemû Cîhanê li ser bû û ji berk u Rûsyayê zêdetir hêz û bala xwe da Libya, Deryaya Naverast û Kafkasyayê li Sûriye û Iraqê qadeke valahiyê çêbû. Rêxistina terorî DAÎŞê jî vê valahîyê bikartîne û ji nû ve xwe birêxistin dike. Bi çalakîyên dawî jî peyama ku em bi dawî nebûne û li ser piyane dide hemû dewletên herêmê."

Taybetî li Sûriyê heta ku qeyrana heyî çareser nebe dê rêxistina terorî DAÎŞ jî her hebe.

Herwiha li gorî zanyariyên Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirovan jî ji meha Adara 2019an û heta niha, zêdetir ji 180 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyayên ser bi wê ve li wê navçeyê ji aliyê rêxistina terorî DAÎŞê ve hatine kuştin û pispor jî dibêjin li Iraq û Sûriyê şaneyên veşartî yên DAÎŞê dê rojên bê çalak bibin.