Federasyona Komeleyên Dêrsimê: Bila Kurdên Zaza dersa zaravê Zazakî bibijêrin

Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) bang li Kurdên Zaza dike ji bo zarokên xwe dersa bi Zaraveyê Zazakî bibjêrin.

Diyarbekir (K24) – Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) bang kir ku bila Kurdên Zaza bo zarokên xwe wek dersa bijare, dersa zimanê Kurdî ya bi zaraveyê Zazakî bibjêrin.  Bijartina dersa bijare dê heta 22ê Rêbendanê bidomeç.

Di çarçoveya xwedîlêderketina zimanê zikmakî de gelek partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê bang kirin ku her Kurdek bo zarokên xwe wek dersa bijare, Dersa Zimanê Kurdî bibijêrin ku bo Kurdî bi zaraveyên Kurdî û Zazakî ders tên dayîn.

Di vê çarçoveyê de Federasyona Komeleyên Dêrsimê DEDEF bang kir ku bila Kurdên Zaza jî bo zarokên xwe Dersa Bijare Ya Zimanê Kurdî Bi Zaraveyê Zazakî bibijêrin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. DEDEF amaje dike ku xwedîlêderketina zimanê zikmakî berpirsiyariyek e û bika tikes nebêje ev ders venabe û mamoste bo vê derse nayên tayînkirin.

Dersa Bijare Ya Zimanê Kurdî bo polên 5, 6, 7 û 8ê tên dayîn û pêvajo neqandina dersa bijare di 4ê Rêbendanê de dest pê dike û heta 22ê Rêbendanê didome.

DEDEF di bangewaziya xwe de dibêje li gorî UNESCOyê li cîhanê 7 hezar û 97 ziman hene û 2 milyar û 500 milyon kes ji mafê zimanê zikmakî bêpar dimînin û li gorî li gorî Biryara Neteweyên Yekgirtî ku Tirkiyeyê jî pesend kiriye berpirsiyariya dewletan e ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî dabîn bike.