Bilindkirina pileyên efserên Pêşmerge dest pê dike

Bilindkirina pileyên efserên Pêşmerge li Wezareta Pêşmerge dest pê dike û lîsteya sala 2017an kete warê cibicîkirinê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bilindkirina pileyên efserên Pêşmerge li Wezareta Pêşmerge dest pê dike û lîsteya sala 2017an kete warê cibicîkirinê.

Cîgirê Supasalarê Hêza Pêşmerge Lîwa Nasil Mihemed ji K24ê re got: “Diviyabû ev efser pileyên wan di sala 2017an de bihata bilindkirin, lê ji ber rewşa ne li bar û qeyrana darayî bi paş ket. Niha wek Wezareta Pêşmerge, ligel Serokatiya Encûmena Wezîran me biryar da, bilindkirina pileyên efseran biçe warê cibicîkirinê.”

Got jî: “Serokê Hikûmetê di vê derbarê de bi xwe li ser xetê bû û piştî ku lîsta navên efseran ji serokatiya Encûmena Wezîran re hat şandin, bilindkirina pileyên wan efseran kete ware cibicîkirinê.”

Cîgirê Supasalarê Hêza Pêşmerge diyar kir jî: “Lîsteya bilindkirina pileyên efseran ên salên 2018, 2019 û 2020an jî hatine amadekirin. Wê lîsteyê dişînin Encûmena Wezîran û ji wir ve jî ji bo were pesendkirina, ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin.”

Derbarê cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge de, Lîwa Basil Mihemed ragihand, “5 komîteyên sereke bi serokatiya Wezîrê Pêşmerge hatine avakirin, wan komîteyan jî dest bi karên xwe kirine.”

Duhî jî Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl di daxuyaniyeke rojnamevanî de pîrozbahî li wan efserên ku pileyên wan tên bilindkirin kir û got: “Bi bilindkirina pileyên wan efseran re, erkê wan girantir dibe.”