Li Kerkûkê 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Şaneya Medyayî ya Ewlehiya Iraqê ragihand; firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê du êrîşên esmanî li çekdarên DAIŞê encam dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Medyayî ya Ewlehiya Iraqê ragihand; firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê du êrîşên esmanî li wan çekdarên DAIŞê encam dane, ku li derdora Kerkûkê xwe veşartine.

Şaneya Medyayî ya Ewlehiya Iraqê îro sêşemê bi daxuyaniyekê eşkere kir; bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî du êrîşên esmanî encam dane û li Geliyê Şay yê li sînorê parêzgeha Kerkûkê cihên DAIŞê bombebaran kirine.

Herwiha hat ragihandin ku di encama bombebaranan de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û tuneleke DAIŞê hatiye hilweşandin, ku dirêjahiya wê 10 metre bû.