Doza hevserokên HDPê yên Diyarbekirê bo 23ê Adarê hat paşxistin
Di 12ê Rêbendanê de, li dadgeha Diyarbekirê doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên Diyarbekirê birêve çû.
Diyarbekir (K24) - Di 12ê Rêbendanê de, li dadgeha Diyarbekirê doza Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên Diyarbekirê birêve çû û doz ji 23’ê Adarê hat taloqkirin. Rêvebirên HDP’ê û parêzerên ku dozê şopandin anîn ziman ku di ser siyasetmedarên HDP’ê de, HDP tê darazandin û dadkirin û biryarên tên dayîn jî ne hiqûqî ne, lê siyasî ne.
Yekemîn doza Hevserokên HDP’ê yên Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen birêve çû. Herdû siyasetmedar, di 22’ê Cotmeha 2020’an de, piştî serde girtina avahiyên HDP’ê hatibûn desteserkirin û di 30’ê wê mehê de jî, ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê ve bi hênceta bangeşî kirin û piştgiriya rêxistinên terorî biryara girtina wan hatibû dayîn.
Piştî ku biryara taloq kirina doza hevserokên HDP’ê yên Diyarbekirê hat dayîn, Şaredarê Bismila navçeya Diyarbekirê ku ji karê xwe hatibû dûrxistin û li ciyê wî qayûm hatibû danîn Orhan Ayaz ji bo Kurdistan24 ragihand ku HDP wek aramanc hatiye bijartin û biryarên tên dayîn jî, bi awayekî siyasî tên dayîn.
Orhan Ayaz diyar kir: “Em îro çaverê bûn ku her hevserokên me bên berdan lê mixabin Hevserokên me girtî hiştin û bernedan. Xebatên wan yên siyasî ku di HDP’ê de meşandine, wek daxuyanî û xebatên siyasî hatine girtin û loma jî ev doz wek siyasî berdewam dike. Ev doz siyasî û ne hiqûqî ye.”
Agahiyên ku ji aliyê dozgerî û parezgariya Diyarbekirê ve hatine belav kirin de, tê ragihandin ku 2 ciwanan posterê rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan daleqandine û piştî hatine desteser kirin jî gotine ku pankartan li HDPê amade kirine loma jî serdegirti li avahiyên HDP’ê htiye kirin û rêvebirên HDP’ê hatine girtin.
Rêvebira Hiqûqnasên Azad OHD’ê Ozum Vurgu ku wek parêzereke dozê bû jî ragihand ku nav navên hevserokên HDP’ê bin jî kes na, lê HDP tê dadkirin û di dosyayê de tu dane û diyardeyeke hiqûqî ku biryara girtinê bê dayîn tune bû, le dîsa jî doz hat taloq kirin.
Parêzer Ozum Vurgu destnîşan kir: “Di dosyayê de lêgerîn û serdegirtin jî, desteser kirina wan jî bi awayekî der hiqûqî hatiye kirin û hiqûq hatiye bin pê kirin. Sedem panqartekî tê nişandan û tişta ku lê digerin, firçe ye, lê hemû tiştên ku di avahiyan de bidestxistine, wek diyarde dest danîne ser. Heger hiqûq hebûya divê hevserok serbest bihatina berdan, lê biryarê siyasete daye û li dadgehan jî tê xwendin.”
Piştî ku 4 demjimêr, tawanên li ser hevserokên HDP’ê yên Diyarbekirê hat xwendin û parastin hat gohdarî kirin doz ji bo 23’ê Adar a 2021’an hat taloq kirin.