Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê: Pêşveçûnek di peywendiyên PDK û YNKê de heye

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller ragihand; nêzîkbûn û hemahegiya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), roleke rasterast û erênî li ser pêşvebirina plana dahatûya sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê dilîze.

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller
Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller

Hewlêr (K24) – Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller ragihand; nêzîkbûn û hemahegiya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), roleke rasterast û erênî li ser pêşvebirina plana dahatûya sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê dilîze.

Rob Waller beşdarî paneleke Peymangeha Washingtonê ya li ser sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê, bazar û derfetên girêdayî erdnîgariya siyasî, bû û ragihand: “Em hewldanên xwe yên nêzîkkirina PDK û YNKê didomînin û pêşveçûnek baş heye.”

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê diyar kir: “Berî ku ez werim vê civînê, ez bi dostên me yên li Kurdistanê axivîm. Ez bawer im niha mijara peywendiya navbera her du partiyên sereke; Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pêşveçûnek heye û ez hêvî dikim emê di rojên bê de nûçeyên xweş bibihîzin.”

Rob Waller herwiha eşkere kir: “Di navbera partiyên din de jî weke Goran û partiyên din ên biçûk, pêşveçûnek heye. Ango bi tevahî li Kurdistanê niha daxwazeke giştgîr heye da ku çareseriyekê bibînin, ku ne tenê di berjewendiya partiyan de be, di heman demê de di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be jî. Ev tiştekî wisa ye ku birastî em dixwazin bibînin û em piştevaniya wê dikin.”

Waller diyar dike: “Yek ji wan tiştan ku em bi berdewamî tînin bîra dostên xwe yên Kurd ew e ku di 20 salên borî de her dema ku PDK û YNK bûne yek, bandora wan zêde bûye û gelek bi bandor bûne û ne tenê berjewendiyên xwe parastine, di heman demê de karîne hikûmeta federalî bi awayek araste bikin û bigihin rêkeftinê, ku di berjewendiya hemû Iraqê de be.”

Konsolê Amerîkayê yê li Hewlêrê destnîşan kir: “Berevajî vê, her dema ku dijî hev bûne û nakokiyên wan çêbûne, rola wan ji hemû aliyan ve li Bexdayê jî lawaz bûye; loma ez careke din piştrast dikim ku em rola xwe li paş perde didomînin di handana partiyên siyasî û hebûna hemahengiya di navbera wan de. Çimkî hebûna vê hemahengiyê, ne tenê ji bo siberoja pêşveçûna sektora gazê ya li Herêma Kurdistanê girîng e, di heman demê de ji bo hemû herêmê girîng e.”