Encûmena Wezîran ji bo gengeşekirina 3 mijaran dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo gengeşekirina 3 mijaran dicive.

Fermangeha Medya û Zanyariyan di daxuyaniyekê de mijarên civîna îro ya Encûmena Wezîran aşkere kirin. Evê li jêr jî mijarên civînê ne:

- Derencama kombûna Encûmena Aborî ya li ser reşnivîsa projeyasaya bûdceya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021an.

- Pirsa rêkxistina xizmetkariyên li deriyên sînorî yên ji aliyê sektora taybet ve tên pêşkêşkirin.

- Raporta Fermangeha Medya û Zanyariyan a derbarê hilmeta rûbirûbûna Koronayê.