Li Rihayê çalakiyên li nêzîkî girtîxaneyan hatin qedexekirin

Parêzgariya Rihayê, encamdana cure çalakiyam li nêzîkî girtîxaneyan qedexe kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Rihayê, encamdana cure çalakiyam li nêzîkî girtîxaneyan qedexe kirin.

Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, di çarçoveya Yasaya Civîn û Xwepêşandan de, li nêzîkî girtîxaneyên nav sînorê parêzgehê, her cure civîn, xwenîşandan, daxuyaniya rojnamevanî, hevpeyvîn û wênegirtin û diruşm hatine qedexekirin.

Parêzgariyê da zanîn, qedexe heta 28'ê mehê dê berdewam be.

Li gelek zîndanên Tirkiyê, girtiyên PKKê, bi armanca azadkirina Rêberê PKKê Ebdula Ocalan, nêzîkî 50 roj in di greva birçîbûnê de ne.