Li Herêma Kurdistanê 78 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 78 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Xebatkarên tendirustiyê
Xebatkarên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 78 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 78 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 24 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Duhokê ne.

Herwiha ragihand; 3 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 975 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 311 kes li Hewlêrê, 184 kes li Silêmaniyê, 393 kes li Duhokê, 44 kes li Raperînê û 33 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 104921

Mirin: 3434

Başbûn: 84837

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.