Herêma Kurdistanê çûyîn û hatina van welatan qedexe dike

Brîtanya (UK), Awisturya, Belçîka, Danîmarka, Fînland, Frensa, Almanya, Yewnanistan, Îrlanda, Luksemburg, Slovaniya, Îspaniya, Braziliya, Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka (DYA), Hindistan, Başûrê Afrîqa, Awistralya, Hollanda, Japonya û Zambiya.

Wêne: Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê
Wêne: Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Kurdistan24) - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê çûyîna hemwelatiyên Iraqê ji bo hinek welatan qedexe kir. Sedema qedecekirinê belavbûna vîrûsa koronayê ya nû ye (COVID-20).

Wezareta Navxweyî di daxwiyaniyekê de ragihand, geştkirina welatiyên Îraqê di rêya Herêma Kurdistanê re ji bo hejmarek welatan qedexe ye.

Çûyîn û hatina van welatan qedexe ye: Brîtanya (UK), Awisturya, Belçîka, Danîmarka, Fînland, Frensa, Almanya, Yewnanistan, Îrlanda, Luksemburg, Slovaniya, Îspaniya, Braziliya, Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka (DYA), Hindistan, Başûrê Afrîqa, Awistralya, Hollanda, Japonya û Zambiya.

Herwiha Wezareta Navxwe ragihand, qedexe ye welatiyên biyanî, ji wan welatan seredana Herêma Kurdistanê bikin. Herweha her welatiyek ji wan welatan vegerin, divê ji bo demê 14 rojan bên karentîne kirin.