DAIŞê li Gulale êrîş kir

Di encama êrîşan de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Germiyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li bajarokê Gulale yê li sînorê Xaneqînê, du êrîş birin ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê û di encama êrîşan de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Germiyanê ragihand; derengê şevê din, çekdarên DAIŞê bi dizî ketine nav taxa Şehîdan a bajarokê Gulale û li pira Helwan du êrîş birine ser polîs û serbazên Artêşa Iraqê.

Nûçegihanê me herwiha eşkere kir: “Di encama êrîşan de serbazekî artêşa Iraqê hat kuştin û sê serbaz û polîs jî birîndar bûn.”

Li aliyê din, serbazekî Iraqê bi gulleyekî nîşangir, li xaleke kontrolê ya li devera Tarmiye ya bakurê Bexdayê, birîndar bû.

Fly Erbil Advertisment