Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê û Parêzgarê Selahedînê kir

Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê û Parêzgarê Selahedînê kir. Di hevdîtinê de proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê kir ku ji Dr Quteybe El Cibûrî Serokê Lîjneya Tendirustî û Jîngehê û Musenna El Sameraî Serokê Lîjneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê û her wiha Dr Emar Cebir El Cibûrî Parêzgarê Selahedînê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha rewşa parêzgehên navîn yên Iraqê guftûgo hatin kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser berdewamiya peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan hate kirin.