Weberhênerên Çînî tên Hewlêrê û projeyên mezin vedikin

Bazar û bajarekî geştyariyê bi 5 milyar Dolar vedikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Weberhênerên Çînî bi niyaz in weberhênanên mezin li Hewlêrê bikin, wek vekirina mol (mall) û bazaran û dirustkirina bajarên geştiyariyê jî.

Rêveberê Giştî yê Weberhênana Hewlêrê Saman Ereb derbarê weberhênana Çînî li Herêma Kurdistanê  ji K24ê re ragihand, hefteya borî kevirê binyatê yê moleke mezin a Çînî ji aliyê Serokê Desteya Weberhênanê û Konsolê Çînê ve hat danîn.

Konsolxaneya Çînê li Hewlêrê roja destpêka wê projeyê li hejmara xwe ya tora civakî (Facebook) nivîsî: “Ev proje dê hevkariya bazirganî û aborî ya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de ber bi astekî bilindtir ve bibe. Em hêvîdar in ku kompanyayên Çînî zêdetir bên Herêma kurdistanê da ku weberhênanê bikin û hevkarî û sûdê bigihînin gelê kurd.”

Di meha Îlona 2020an de, weberhênerekî projeyek bi 5 milyar Dolar pêşkêş kir, di wê derbarê wê projeyê de Saman Ereb got: “Ew niha di qonaxa dawî de ye ji bo dabînkirina cihekî ji wê projeyê re. Hêvîdar in di demeke nêzîk de, kevirê binyadê ji wê projeyê re datînin.”

Rêvebirê Giştî yê Weberhênanê yê Hewlêrê dibêje, Çîn li Kurdistanê di weberhênanê de dereng maye, lê me piştî guftûgo ligel Konsolxane û weberhênan kir, niha bi awayekî berçav tên Herêma Kurdistanê û dê bandoreke rasterast li ser vejîna sektora aborî û afirandina kar bike, ji bilî jî rûyekî wê ya din heye ku siyasî ye.”

Mezintirîn projeya Çînî li Hewlêrê projeya “Happy City” ye ku ji aliyê kompaniya Pakin ve tê encamdan û sermiyana wê 5 milyar Dolar e û li ser 2 hezar donim erd e.

Di projeyê de dê 8 hezar derfetên kar bên afirandin. Rêvebirê Giştî yê Weberhênanê yê Hewlêrê dibêje: "Di projeyê de yekeyên geştyarî, niştecihbûn, gol û projeyên din jî hene.

Li gorî plana ku pêşkêşî Rêveberiya Giştî ya Weberhênanê ya Hewlêrê hatiye kirin, piştî danîna kevirê bingehîn, dê di nava 5 salan de projeya Happy City bê bicihkirin.