Silêmaniyê.. Şanda PDKê ligel Komela Îslamî civiya

Serokê Şanda PDKê aşkere dike, armanca wan ji van serdanan, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e.

Civîna Şanda PDKê ligel Komela Îslamî
Civîna Şanda PDKê ligel Komela Îslamî

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serdana şanda PDKê ji aliyê Komela Îslamî re, Serokê Şanda PDKê aşkere dike, armanca wan ji van serdanan, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e.

Du hefte ne Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêr û Silêmaniyê civînan bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dike. Îro jî şanda PDKê li Silêmaniyê ligel şandeke Komela Îslamî ya Kurdistanê civiya.

Piştî civînê, Serokê Şanda PDKê Zeîm Elî ji rojnamevanan re ragihand, armanca wan ji van serdanan, yekdengiya kurdan li Bexdayê, amadekar ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, parastina statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê û xweşkirina jiyana welatiyan e.

Ji bo heman armancan, şanda PDKê îro li Silêmaniyê serdana Partiya Sosyalist a Demokrat a Kurdistanê jî dicive.

Fly Erbil Advertisment