Li Şingalê 9 kes di teqînekê de hatin kuştin

Li Şingalê di encama teqînekê de, 9 kes hatin kuştin, 8 ji wan leşkerên Iraqî ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şingalê di encama teqînekê de, 9 kes hatin kuştin, 8 ji wan leşkerên Iraqî ne.

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ji K24ê re ragihand, îro piştî nîvro teqînek li gundê Şerayih Şîmal yê ereban rû da û di encamê de 9 kes hatin kuştin.

Qeymeqamê Şingalê amaje bi wê da, li gor zanyariyên Rêveberiya Polîsa Şingalê, 8 kesên hatine kuştin ser bi Endezyariya Leşkerî ya Iraqê ve ne û kesê din jî welatiyekî sivîl e.

Herwiha diyar kir: "Tîma endezyariya leşkerî xwast ku bombeyên vedayî ji bo cihekî din veguhêzin, lê bombe di erebeyê de teqiya."

Piştî rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ'ê, gelek bermahiyên bombe û teqemeniyan li wê herêmê mane.