Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 97 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 97 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 97 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 21 kes li Hewlêrê, 31 kes li Silêmaniyê, 45 kes li Duhokê ne.
Herwiha ragihand; 2 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 963 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 381 kes li Hewlêrê, 175 kes li Silêmaniyê, 324 kes li Duhokê, 48 kes li Raperînê û 35 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 105121
Mirin: 3441
Başbûn: 87748
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.