Çekdaran 4 kesên din ji navçeyeke Efrînê revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, 4 kes ji gundekê Efrînê revandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, 4 kes ji gundekê Efrînê revandin.
Çalakvanekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Polîsên Medenî roja 14ê vê mehê bi ser gundê Gewanda yê navçeya Raco de girtin û 4 kes revandin.
Navên kesên revandî Şêxmûs Misitkalo, Mihemed Mistefa Sîdo, Mihemed Îsmet Sîdo û Mihemed Bekir yê 75 salî ne.
Wê rêxistinê destnîşan kir, çekdaran piştî du rojan Mihemed Bekir berdan.
Ji aliyekî din ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, serkirdeyê grûpa Emşat Mihemed El-Casim (Ebû Emşê) 5 serşoyên kevnar ên bajarokê Şiyê ku dîroka wan vedigere berî 75 salan hilweşandin û li şûna wan xwaringehekê ji xwe re ava dike.