Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Hulusî Akar

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar kir.

Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar - Hewlêr: 19.1.2021
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar - Hewlêr: 19.1.2021

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulisî Akar kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Îraq û deverê û pêşdebirina zêdetir têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hate kirin. Tekezî li giringiya hevahengî û berdewamiya pêwendîyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de hat kirin, bi taybetî bihêzkirina hevahengî û hevkarîyê ji bo bicihkirina aştî û ewlehiya herêmê.

Di tewereke din a civînê de tekezî li girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîşya û çekdarên neyasayî hate kirin, ji bo rewşa deverê asayî bibe û penaberan vegerin ser cih û warên xwe.