Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 100 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Xebatkarên tendirustiyê
Xebatkarên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 100 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 100 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 14 kes li Hewlêrê, 42 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes jî li Germiyanê ye.

Herwiha ragihand; 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Duhokê û 1 kes jî li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 961 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 331 kes li Hewlêrê, 177 kes li Silêmaniyê, 377 kes li Duhokê, 42 kes li Raperînê û 34 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 105271

Mirin: 3445

Başbûn: 88709

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.