Li Bakur û Tirkiyê 167 kesên din bi Koronayê mirin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 167 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 167 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 24 hezar û 328 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 19ê Çileyê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 818 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 761 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 399 hezar û 781 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 7 hezar û 218 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 277 hezar û 987 kesan.