Serkirdeyê Komariyan: Trump êrîşkarên Kapîtolê han daye
Serkirdeyê Komariyan yê li Encûmena Pîran a Amerîkayê Mitch McConnell ragihand; êrîşkarên avahiya Kapîtol di 6ê vê mehê de ji aliyê Donald Trump ve hatin handan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê Komariyan yê li Encûmena Pîran a Amerîkayê Mitch McConnell ragihand; êrîşkarên avahiya Kapîtol di 6ê vê mehê de ji aliyê Donald Trump ve hatin handan.
Mitch McConnell di axaftineke xwe ya Kongresê de li ser êrîşkarên avahiya Kapîtol got: “Ew hatibûn bi derew hatibûn coşkirin, Serok ew handan û di berjewendiya xwe de ew bi kar anîn.”
McConnell herwiha got: “Tevî ku tundî hebû, Kongres bi pesendkirina serkeftina Joe Biden karê xwe encam da.”
Mitch McConnell eşkere kir: “Bi awayekî aram û serkeftî, dê li avahiya Kapîtol, merasîma destbikarkirina Biden dê were lidarxistin.”