Trump derbarê 73 kesan de biryara efûyê derxist
Koşka Spî îro ragihand; Donald Trump çend demjimêr berî bidawîbûna dema serokatiya xwe, derbarê 73 kesan de biryara lêborînê derxist.
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî îro ragihand; Donald Trump çend demjimêr berî bidawîbûna dema serokatiya xwe, derbarê 73 kesan de biryara lêborînê derxist, ku yek ji wan şêwirmendê berê Steve Bannon e.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye diyarkirin: “Donald J. Trump biryara efûyê bo 73 kesan derxist, tevî biryara kêmkirina hukmê 70 kesên din.”
Herwiha kesên ku ber lêborînê ketine yek ji wan jî mûhendisê Amerîkayê yê Googlê yê berê Anthony Levandowskî ye.
Levandowskî bi 18 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin û herwiha 756 hezar û 499 dolar jî cezayê pare jê re hatibû dayîn.
Şêwirmendê berê yê Serokê Amerîkayê Steve Bannon jî di lîsteyê de cih girt ku derbarê wî de jî lêpirsîna karên ne di rê de hebû.
Herwiha ji ber zagona çek bi cih neanîbûn derbarê hunermenedên rapê Lil Wayne û Kodak Black de jî ji ber karên ne di rê de cih girtine.
Serokşaredarê berê yê Detroitê Kwame Kilpatrick cezayê 28 sal girtîgehê ji wan re hatibû dayîn ji bo wan jî Trump lêborîn derxist.