Li rojhilatê Kurdistanê du kolberên Kurd di êrişa pasdaran de birîndar bûn

Li deverên sînorî yên Bane û Newsûd yên rojhilatê Kurdistanê du kolber di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Li deverên sînorî yên Bane û Newsûd yên rojhilatê Kurdistanê du kolber di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bûn.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, duhî pasdarên Îranê li devera Bane ya parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî Kurd bi navê Ebdullah Ferecpenah birîndar bû.

Heman rojê li devera Newsûd ya Kirmaşanê jî kolberekî Kurd bi navê B.M. di êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.

Ew kolberê han ji tirsa girtinê neçûye navendên tenduristiyê, ji ber wê jî navê wî bi temamî nehatiye ragihandin.