Ji Blinken peyama sizayên li dijî Tirkiyê
Antony Blinken ku Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ew wek namzetê Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kiriye, Tirkiye wek “qaşo hevpeymana stratejîk” bi nav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Antony Blinken ku Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ew wek namzetê Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kiriye, Tirkiye wek “qaşo hevpeymana stratejîk” bi nav kir û ragihand; dibe ku ew ji ber S-400an, sizayên zêdetir bi ser Tirkiyê de bisepînin.
Antony Blinken li Kongrêsa Amerîkayê gotarek pêşkeş kir û got ku di dema erka wî de ew dê binêrin bê ka ji bo Tirkiyê sizayên nû pêwîst dike an na.
Blinken Tirkiye wek “qaşo hevpeyman” bi nav kir û got: “Nayê qebûlkirin ku qaşo hevalbenda me ya stratejîk, ligel yek ji mezintirîn rîkebera me ya stratejîk Rûsyayê li ser heman xetê be.”
Amerîkayê berî niha ji ber kirîna sîstema berevanî ya mûşekî S-400an biryar dabû ku bi ser Tirkiyê de siza bisepîne.
Wezareta Gencîne ya Amerîkî ragihandibû ku bi sedema kirîna S-400an ya sîstema berevanî ya Rûsyayê, dorpêçên nû li hember Tirkiyê hatine danîn.
Derbarê vê yekê de Blinken got: “Divê em li badora sizayên heyî ka çi bandora xwe heye û dê pişre biryara xwe bidin ka ji bo Tirkiyeyê sizayên nû pêwîst dike yan na.”
Blinken herwiha amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê li gor pîvanên hevalbendiyê tevnagere.
Li gor qanûna dorpêçan a bi navê CAATSA ya Amerîkayê Serokê Pîşesaziya Bergiriyê li Wezareta Berevaniya Tirkiyê ÎsmaÎl Demir û 3 kesên din xistine lîsteya sizayan.
Washingtonê sala borî jî ji ber biryara Tirkiyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên nû li dijî wî welatî kiribû.
Sizayên ku dê li ser Tirkiyê bêne sepandin, di çarçoveya yasaya CAATSAyê de ne ku ew yasa bi têkoşîna li hemberî dijminan a bi rêya sizayan ve, girêdayî ye.