Mesrûr Barzanî: Hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê diçe bexdayê

Hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê diçe bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna îro ya ligel konsol û dîplomatkar û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.

Serokwezîra Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Twitter” hejmare twît belav kirin û da zanîn, hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê ji bo guftûgoyê diçe.  Hev dem jî piştevanîya xwe li hewlên encamdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê jî kir.

Deqa twîtên Mesrûr Barzanî:

Min îro zanyarî dan dîplomatkarên biyanî yên li Kurdistanê ne. Me guftûgo li ser hewlên cîhanî yên li dijî vîrûsa Koronayê, dawî pêşhatên li navçeyê û guftûgoyên me ligel bexdayê kirin.

Ligel Bexdayê, armanca me ew e, beşeke hêja ya budceyê di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê, Iraq û karmendên giştî de misoger bikin. Şanda me di hefteya bê de vedigere Bexdayê ji bo guftûgoyên zêdetir bike.

Piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê radigihînim. Dixwazin hilbijartinên dadperwer û zelal bi amadebûna çavdêrên navdewletî û Netewên Yekgirtî bibînin.

Min behsa geşedanên di bernameya me ya çaksaziyê de kir. Ji bo pêşxistina bernameya me ya cihêreng, me bi sektora taybet re hevkariyên nû û bihêztir ava kirin. Ev hevkariya giştî-taybet dibin sedema projeyên jêrxane, xizmetên zêdetir û karên nû.

Plana me ew e, dahata petrol û gazê ya navxweyî were zêdekirin, yasayên bacê were birêxistinkirin û xurtkirin. Em beşên girîng ên hikûmetê dikin dîjîtal, ji bo hûrbîniya xerciyan me, nehîtiştina xerciyên ne pêwîst û modernîzekirina sektora giştî.

Her wiha me li ser awayên ku hevkarên me dikarin bibin alîkar ku zêdetir weberhênana navxweyî bikişînin, nîqaş kirin. Me ji dostên xwe xwest ku karîna baş a Herêma Kurdistanê di warên çandinî, jêrxane, aborî û enerjiyê de nîşan bidin.

Derbarê rewşa ewlekarî de jî min behsa wê kir: DAIŞ hîn jî metirsiyeke cidî û berdewam e û min tekezî li ser girîngiya berdewamiya îdeolojiya li dijî tundiyê kir. Pêşmergeyên me yên leheng di şerê li kêleka Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam in, ji bo em hemû di ewlehiyê de bin.

Herwiha derbarê Şingalê de, min agahiyên nû dan hevkarên xwe. Rêkeftina Şingalê, krokiya hewlên me ye ji bo piştevanîkirina Êzdiyan. Daxwaz dikin rêkeftin bi temamî were cibicîkirin.

Divê hemû alî li ser hêsankirina vegera malbatên serbilind bo ser axa bav û kalên xwe pabend bin.