Hejmara qurbaniyên teqînên Bexdayê zêde bû
Hejmara qurbaniyên Bexdayê zêde bû û welatiyekî kurd di teqînê de şehîd bû.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên Bexdayê zêde bûn û welatiyekî kurd di teqînê de şehîd bû.
Îro li bazareke navbera qada Tehrîrê û qada Teyeran a li Bexdayê du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de 31 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Amed Kemal ku biraziyê qurbaniyekî teqînê ye ji K24ê re got: “Apê min Xazî Hazim û du kurên wî ji bo debara jiyanê xwe ji çend rojan ve li Bexdayê bûn û apê min Xazî di teqînê de canê xwe ji dest da.”
Diyar kir jî, Xazî Hazim 47 salî ye, xelkê bajarê Duhokê ye û 5 zarokên wî hene. Niha jî ew mijûlê vegerandina termê wî bo Duhokê ne.