Li ser rasperdeya Mesrûr Barzanî Wezareta Tendirustiyê amadehiya hevkariyê ligel Bexdayê nîşan da

Li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin rasperdin û ew amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên Bexdayê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin rasperdin û ew amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên îro yên Bexdayê bikin.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hat, “Îro Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Tendirustiyê ya Iraq Federal Hesen Temîmî de jê re got ku li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatin rasperdin û amade ne pêşwaziyê li birîndarên teqînên îro yên Bexdayê bikin ji bo çareseriyên pêwîst werbigirin.”

Di daxuyaniyê de hat jî, Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û ev helwesta wî bi girîngî û mirovdostî bi nav kir.

Îro li bazareke navbera qada Tehrîrê û qada Teyeran a li Bexdayê du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de 31 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Pêştir jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê teqînên Bexdayê de belav kiribû û ji bilî ku hevxemiya ligel xizmên qurbaniyan nîşan da, ragihand jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek ku pêwîst bike, amade ye.”