Li Efrînê çar kes ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; li herêma Efrînê 4 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; li herêma Efrînê 4 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin.
Li herêma Efrînê kiryarên revandina welatiyên Kurd bi armanca wergirtina pereyan ji aliyê milîsên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve berdewam in.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, hêzên îstixbarata Tirkiyê ligel milîsên çekdar, roja 17ê Çileya 2021ê, li gundê Afraziye yê ser bi nahiya Mabata, welatiyê bi navê Mihyedîn Mihemed Şahîn revandin û piştre berdan.
Herwiha polîsên serbazî roja 19ê Çileya 2021ê welatiyê bi navê Seîd Behrî Şêx Seyîdî yê ji gundê Şêxwîtka yê ser bi nahiya Mabata, bi tohmeta têkiliyên wî yên ligel îdareya berê, desteser kirin û piştî wergirtina pereyan, ew serbest berdan.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku milîsên grûpa Mutesîm Bîllah, roja 13ê Çileya 2021ê, du birayên bi navên Xebat Ebdo Henan û Munzir Ebdo Henan revandine.