Li Rojavayê Tirkiyeyê bûyerên Tundûtûjiyê zêde bûne
Ji bilî Stenbol bajarên Samsun, Edene, Izmîr, Bursa, Antalya û Enqere wek bajarên ku di sala 2020an de zêdetir bûyerên tûndûtûjiyê lê rûdayîn hatin tomarkirin.
Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê ji ber pandemiyê welatiyan nêzî salekê dema xwe di malde derbaskirin. Di vê proseyê de ku dihate hêvîkirin ji ber îzolasyon û karantînayê bûyerên tûndûtûjiyê kêm bibin lê belê li gor amaran ev hêvî berhewa bûye. Li gor amarên Gerînendeya Asayîşa Tirkiyê, di sala 2020an de li tevahiya Tirkiyê 3 hezar û 682 bûyerên tûndûtûjiyê yên bi çek rû dan e. Herwiha dîsa tê diyarkirin ku ev bûyerên tûndiyê pirranî li metropol û bajarên Rojavayê Tirkiyê pêkhatin e. Di nav bajarên ku herî zêde bûyerên tundiyê lê hatine tomarkirin de Stenbol di rêza yekemîn, Samsûn di rêza dûyemîn û Îzmîr jî di rêza sêyemîn de cih digire.
Psîkolog Volkan Şeker ji Kurdistan24 re dibêje; "A rastî ev bûyerên tûndûtûjiyê ne bûyerên nû ne. Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de jî tûndûtûjî hertim hebû. Lê belê bo têgihiştina van bûyerên dawî divê em ji çend aliyan ve li mijarê binêrin. Taybet jî bi pandemiyê re mirov di mal de zêdetir bêhnteng bûn û ev jî bû sedem ku bi hêrs bibin. Helbet ev rewş karîgerî li ser derûniya mirovan dike û dibe sedem ku hêrsa wan û girêdayî vê yekê bûyerên tûndûtûjiyê jî zêdetir bibin. Herwiha ji ber ku jiyana li bajaran astendartir e ev bûyer li metropolan û bajarên rojavayê Tirkiyê zêdetir rû dan."
Li gor amarên Gerînendehiya Asayîşa Tirkiyeyê li Stenbol di warê bûyerên tûndûtûjiyê de bi 441 bûyeran di rêza yekemîn de cih digire. Ji bilî Stenbol bajarên Samsun, Edene, Izmîr, Bursa, Antalya û Enqere wek bajarên ku di sala 2020an de zêdetir bûyerên tûndûtûjiyê lê rûdayîn hatin tomarkirin.
Hemwelatiyek dibêje, "Li gor van amaran, di proseya pandemiyê de jî bûyerên tûndûtûjiyê kêm nebûne. Li aliyekê vayrûs li aliyekê jî mirov hevdû dikûjin. Tehemmûla mirovan bo hevdû neman e. Herwiha wisa diyare gava mirov di mal de dimînin zêdetir pev diçin."
Li gor amarên gerînendehiya asayîşa Tirkiyê di sala 2020an de li Tirkiyê 3 hezar û 682 bûyerên tûndûtûjiyê rû pêkhatin. Di van bûyeran de 2 hezar û 40 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 688 kes jî birîndar bûn e. Dîsa li gor heman amaran berevajî bajarên Tirkiyê, di vê proseyê de li bajarên bakûrê Kurdistanê rêjeya tûndûtûjiyê gelekî daketiye.