Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 98 milyon kesî derbas kir

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 98 milyon û 100 hezar û 314 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 98 milyon kesî derbas kir
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 98 milyon kesî derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê ji 98 milyon kesî derbas kir.

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 98 milyon û 100 hezar û 314 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Vîrusa Koronayê herî zêde li Amerîka hatiye tespîtkirin ku li wî welatî hejmara pêketiyan bi qasî 25 milyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 milyon pêketiyan Hîndistan, û li dû wê jî bi 8,7 milyon pêketiyan Brezîlya tê.

Ji ber vîrusa Koronayê li seranserê cîhanê zêdetirî 2 milyon kesan canê xwe ji dest dane. Amerîka bi 413 hezar û 583 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 215 hezar û 243 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawiya sala 2019an de li Wuhan a Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dû re derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,786 kes bi vîrusa korona ketine û 4,803 kes bi wê mirine.