Li Dêrsimê kesek bi nifşê nû yê vîrusa Koronayê ket

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê rêjeya %80 pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19) kêm bûbû, lê hat ragihandin ku bijîşkek bi nifşê nû yê vîrusa Koronayê ketiye.

Dêrsim
Dêrsim

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê rêjeya %80 pêketina vîrusa Koronayê (Covid-19) kêm bûbû, lê hat ragihandin ku bijîşkek bi nifşê nû yê vîrusa Koronayê ketiye.

Li gor zanyariyan, bijîşkek weke peywirdar ji bajarê Dêrsimê çûbû bajarekî din û piştî vegeriyaye Dêrsimê, ji ber nîşaneyên vîrusa Koronayê, li nexweşxaneyê testa Koronayê kiriye.

Di encama testê de derketiye holê ku bijîşk bi vîrusa Koronayê ya mutasyonbûyî ketiye.

Hat ragihandin ku 4 welatiyên ku bi wî bijîşkî re ketine têkiliyê, hatine karantînakirin.

Nifşê nû yê Koronayê bi rêjeya %70 zêdetir bilez belav dibe û cara ewil di meha Îlona 2020an de li Brîtanyayê hat dîtin û piştre rêjeya pêketinê li wî welatî zêde bû û veguhest çend welatên din, çendîn welat jî geştên xwe yên esmanî yên bo Brîtanyayê rawestandin û li navxwe jî Brîtanya qedexeya hatûçûnê ragihand.