Pederson: Bê hevkariya navdewletî Komîteya Destûrê bi pêş nakeve

Gera pêncemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî ya Sûriyê sibe Duşemê li Cenêvê dest pê dike.

Nunerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pederson
Nunerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pederson

Navenda Nûçeyan (K24) – Nunerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen aramiya di mehên dawî de li Sûriyê çêbûye bi lawazî bi nav kir û hişyarî da û got: Pêwîstiya vê rewşê bi danûstandinên rasteqîne heye, ji ber ku dibe ku di her kêliyekê de hibilweşe.

Pedersen di civîneke çapemeniyê de berî gera pêncemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî ya Sûriyê ku tê payîn roja sibe Duşemê li Cenêvê pêk were got: Tevî ku ev 10 meh in li Sûriyeyê de aramiyek çêbûye û di eniyên şer pêşî de hin guhartin çêbûne, lê dibe ku rewş di her kêliyekê de were hilweşandin."

Pedersen ev aramî weke 'qels' bi nav kir û got, "Komîteya Destûrê nikare bêyî aliyên din kar bike."

Herwiha da zanîn jî, pêwîstî bi hevkariya navnetewî û danûstandinên rasteqîne heye û divê aliyên cuda bicivin û vê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Got jî, "Eger ev vîna siyasî nebe, dê gelekî zehmet be ku pêvajo (karên Komîteya Destûrê) bi pêş ve here."

Desteya Biçûk a Komîteya Destûrê ku 45 endaman pêk tê, 15 nûnerên rêjîmê, 15 nûnerên opozîsyonê û 15 nûnerên civaka sivîl, heta niha 4 gerên danûstandinan li Cenêvê di bin serperiştiya navdewletî kirine.

Gera çaremîn di 4.12.2020an de bêyî ku encamên berbiçav jê derkevin bi dawî bû.