Asayişa Qamişlo: Hêzên hikûmetê aramiya herêmê têk didin
Asayişa Qamişlo ragihand, hêzên Rûsî soz da ku êdî çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, êrîşî hêzên asayişê nakin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa Qamişlo ragihand, hêzên Rûsî soz dan ku êdî çekdarên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, êrîşî hêzên asayişê nakin.
Duh êvarê çekdarên Hêzên Berevaniya Niştimanî yên ser bi hikûmeta Şamê ve êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li taxa Helko ya bajarê Qamişlo kirin û gule lê reşandin û di encamê de şer û aloz derket.
Di wê derbarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, duhî êvarê de, mîlîsên Berevaniya Niştimanî yên girêdayî hikumeta Sûriyê êrişî xaleke kontrolê ya hêzên wan li taxa Helko kir û gule berdan, wan jî bersiva wê êrîşê de û şer di navbera wan de derket.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî ku hêzên Rûsî soz dan ku êdî mîlîşyaya Berevaniya Niştimanî careke din kiryarên wiha dubare nakin. Hêzên Rûsyayê bi hevrêzî bi hêzên me re kar li ser aramkirina rewşê kirin.”