Çalakvanekî kurd li Qamişlo hat revandin

Çalakvanê kurd Fener Mehmûd li bajarê Qamişlo hat revandin û ji duh ve çarenivîsa wî nediyar e.

Fener Mehmûd
Fener Mehmûd

Navenda Nûçeyan (K24) - Çalakvanê kurd Fener Mehmûd li bajarê Qamişlo hat revandin û ji duh ve çarenivîsa wî nediyar e.

Peyamnêrê K24 li bajarê Qamişlo ragihand, ji duh ve, çalakvan Fener Mehmûd ji aliyê kesên nenas ve hatiye revandin û heta niha çarenivsîa wî nediyar e.

Bavê Fener, Beşîr Mehmûd diyar kir, Fener bi Otombêlekî Jeep li nêzîkî meydana Basil hatiye revandin û heta niha nizanin ji aliyê kê ve hatiye revandin.

Fener Mehmûd li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebook çalakî û bûyerên li Qamişlo rû dide belav dikir û gelek caran derbarê rewşa aborî ya xirab û çalakiyên ENKSê û partiyên wê belav dikir.