Hevpeymaniya Navdewletî 10 lîwayên din ên Pêşmerge pir çek dike.
Herwiha supasalarê Pêşmerge destnîşan kir ku meşq û rahênanên Hevpeymanan bi Hêzên Pêşmerge îsal jî, berdewam e.
Hewlêr (Kurdstan24) - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê 10 lîwayên din ên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pir çek dike.
Supasalarê Pêşmerge Ferîq Cemal Emînkî ji bo Kurdistan24 ragihand, "Hevpeymaniya Navdewletî bi alîkariya Hêzên Pêşmerge berdewam e. Îsal 10 lîwayên din ên Pêşmerge ji alî Hevpeymanan ve têne pirçekirin."
Herwiha supasalarê Pêşmerge destnîşan kir ku meşq û rahênanên Hevpeymanan bi Hêzên Pêşmerge îsal jî, berdewam e.