Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê civînan pêk tîne
Bexda (K24) - Îro êvarê şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê digihe Bexdayê. Yekem civîna wan digel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ye.
Nûçegîhanê Kurdistan24 da zanîn, şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Herêmê bo danûstandinên Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Ûmêd Sebah, pêk hatiye .
Li Bexdayê şand a Hikûmeta herêma Kurdistanê digel Komîteya Darayî û çend berpirsên din ên Iraqê, liser beşê budceya Herêma Kurdistanê gotûbêjan dikin.
Berîya niha, Serokê Nûneratiya Hikumeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa bo Kurdistan24 ragihandibû, hatina şand a Hikumetê bo gotûbêjan derbarê pişka Herêma Kurdistanê di budceya î sal de ye.