Mesrûr Barzanî: Ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Perwerdeyê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Perwerdeyê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya mamosteyên Kurdistanê kir û ragihand: “Di roja cîhanî ya perwerdeyê de, ez spasiya mamosteyên Kurdistanê dikim. Ji bo kar û qurbanîdana wan a berdewam, bi taybetî di kêmkirina bandorên neyênî yên vîrusa Covid-19ê li ser perwerdeyê de.’’

Herwiha Mesrûr Barzanî bal kişande ser dijwariya erkê mamosteyan û diyar kir: “Ez dizanim ev erkekî dijwar bû, loma ez spasiya hemû xizmetkirin û hewl û xebatên mamosteyên Kurdistanê dikim.”