Li Herêma Kurdistanê 94 kesên din bi Korona (COVID19) ketin

Heta niha li Herêma Kurdistanê 105 hezar û 702 kes bi Korona ketin e. Ji vê hejmarê 3 457 kesan jiyana xwe jidest dan e.

Wêne: Nexweşxaneya COVID19 li Herêma Kurdistanê, Arşiv.
Wêne: Nexweşxaneya COVID19 li Herêma Kurdistanê, Arşiv.

Hewlêr (K24) - Li Herêma Kurdistanê 94 kesên din bi Korona (COVID19) ketin. Kesekî jî jiyana xwe jidest da.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 94 kesên din bi Vayrosa Korona ketin e û kesekî jî jiyana xwe jidest da ye. 937 kes çareser bûn e.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 105 hezar û 702 kes bi Korona ketin e. Ji vê hejmarê 3 457 kesan jiyana xwe jidest dan e.

Fly Erbil Advertisment