Li rojavayê Kurdistanê 30 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19ê
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 9 kes li Reqayê, 6 kes li Tebqayê û 1 kes jî li Dêrezorê ye.

Herwiha hat eşkere kirin ku 8 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8450 kesan, ji wan 1202 kes baş bûne û 289 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.