Berî 6 salan Pêşmerge û YPG Kobanî rizgar kir

Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên YPGê karîn roja 26ê Çileya 2015an dorpêça li ser bajêr bişikîne û DAIŞê ji tevahiya herêmê dûr bixin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Îlona 2014an de DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobaniyê kir, lê Pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên YPGê û bi alîkariya Hevpeymaniya Niştimanî ya li dijî DAIŞê, karîn roja 26ê Çileya 2015an dorpêça li ser bajêr bişikînin û DAIŞê ji tevahiya herêmê dûr bixin.

Weke îro beriya 6 salan, bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê YPG û bi alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate azad kirin.

Di Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrêşî ser Kobaniyê kirin. Di destpêka de, DAIŞê 350 gundên derdora Kobanî kontrol bikin ku di encamê de nêzîkî 400 hezar kes derbeder bûn û berên xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê.

Êrîşên DAIŞê roj bi rojê zêdetir dibûn û rûbera kontrola wan jî berfireh dibû û hewl didan xwe bighînin navenda bajarê Kobanî.

Ji ber nebûna karînên YPGê di wê demê de û zêdebûna metirsiya DAIŞê li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanî da û li ser fermana wî jî çek û hêz ji bo Kobanî hate şandin û hêzên Pêşmerge ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê û bû û ji wir ve jî derbasî Kobanî bû û destdek da şervanên YPGê.

Li Kobanî û di şerê li dijî DAIŞê de, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî alîkariya YPGê kir. Herweha beşek ji hêzên bi ser artêşa azad a Sûriyê ve jî li kêleka YPGê şer li dijî DAIŞê kir.

Ji ber tundiya lêdanên li ser DAIŞê, dorpêça li ser Kobanî hat şikandin û  di 26 li ser 27 Çileya 2015an de, hêzên Pêşmerge û YPGê karîn bajarê Kobanî û hejmareke mezin ji gundên derdora wê ji destê DAIŞ bi temamî derxin û serkeftina xwe ragihandin.

Şerê Kobanî 134 rojan berdewam bû û ji ber tundiya şer jî, 70 ji sedî ji bajêr wêran bû û ziyanîn canî yên wî şerî jî gelek bûn ku Pêşmergeyek û zêdeyî 100 şervanîn YPG û YPJê şehîd bûn.