Li rojavayê Kurdistanê erdhej!
Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê li pey hev du erdhej qewimîn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Hesekê û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê li pey hev du erdhej qewimîn.
Erdheja ewil di demjimêr 13:02an de bi pileya 4.2 di kûrahiya 6.8 kîlometre de çêbû.
Erdheja duyem jî di demjimêr 14:17an de bi pileya 5.2 û di kûrahiya 11.76 kîlometre binê erdê de qewimî.
Herwiha erdheja duyem li bajarên Şirnex, Êlih, Mêrdîn û Diyarbekir ên bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.
Li ser zirar û ziyanên giyanî û madî, hêj zanyariyek nehatiye belavkirin.